Li Îranê di 6 rojan de 217 kes ji ber qezaya trafîkê mirin

Li Îranê di 6 rojan de herî kêm 217 kes ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dan. Îran piştî Sierra Leone di cîhanê de xwedî rêyên herî xerab e.

Li gorî nûçeya di malpera rêxisitina mafê mirovan a Îranê de, di navbera 21-17’ê Adarê de li Îranê herî kêm 217 kesan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên polîsên trafîkê jî li welat her sal nêzî 17 hezar kes li ser rêyan dimirin, 300 hezar kes jî birîndar dibin. Çavkaniya sedemên van qezayan jî rêyên metirsîdar, wesayîtên ku ne li gorî rewşa normal, bêbalî û ji ajotinên li derveyî qanûnan e.

Alîkarê şefê polîsê Îranê got ‘Rê di 58 deqîqeyan de dibe sedemê mirina kesekî/ê’

Li gorî Rêxistina Tendurisityê ya Cîhanê li Îranê sedemê mirinan a yekemîn veguhastin e. Li vî welatî rêjeyên qezaya trafîkê li gorî cîhanê 20 qat zêdetir bûye.

Rejîm jî ji bo pêşîlêgirtina van qezayan ji bo rêyan tevbîrên pêwîst nagire.