Li Îranê çi diqewime?

Li Îranê ji ber bihabûna dolar esnafan boykot dabûn destpêkirin. Vê jî bi xwe re pêşî li nîqaşên nû vekir.

Li îranê bi piştgiriya gel, qeyraneke siyasî rû da. Ji ber vê qeyrana hatî jiyîn, hinek derdorên mixalif bangawaziya îstîfayê li hikumetê kirin. Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, bersiveke hişk da mixalifan û gef li DYA’yê xwar.

KRÎZA EKONOMÎK

Piştî ku serokê DYA’yê Donald Trûmp bi yekalî peymana enerjiya nukleerî betal kir, li ser Îranê polîtîkayên ambargo û dorpêçkirinê, pêşî li qeyranên cîddî vekir. Di demên dawî de li hemberî welatên ku ji Îranê petrolê distînin, DYA’yê xwest ku ji meha Mijdarê û pêde ambargoya petrolê deynin ser Îranê.

Lewre dolar di carekê de bilind bû û rê li ber kûrbûna qeyrana aborî ya li Îranê kir. Esnaf û bazirganên Îranê, van rojên borî ji ber qeyranê biryara boykotê dan û xistin meriyetê. Vê boykotê ji derdorekî fireh a civakê jî piştgirî girt û lewma jî hinek derdorên mixalîfan bangawaziya îstîfayê li hikumetê kir.

RÛHANÎ BERSIVEKE HIŞK DA BANGEWAZIYÊN ÎSTÎFAYÊ

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, di daxuyaniya dayî de, ji ber qeyrana aborî bangên îstîfaya hikumetê red kir.

Rûhanî, di bernameyeke televîzyonê de bersiv da rexne û bangawaziyên îstîfaya hikumetê.

Rûhanî anî ziman ku, “Divê zehmetî û astengiyên civak dikêşe ji holê bên rakirin. Heke em bibin yek, bi biryar li ser piyan bisekinin, em dikarin tevahiya pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji bo bangên îstîfakirina hikumetê jî, vê rêveberiyê 24 mîlyon deng girtine û pêbaweriya 81 mîlyonî wergirtiye. Heke hinek bêjin wê hikumet bitirse û vekişe kêlekekê, wê şaş bifikirin. Hikumet wê îstîfa neke.”

'DYA LI PEY KOMPLOYAN E'

Rûhanî anî ziman ku DYA, zexten aborî û siyasî li welatê wan dike û got: “Divê em nîşanî cîhanê bidin ku em dikarin bi zor û zehmetiyên heyî re bijîn, lê em ji serxwebûn û azadiya xwe tu tawîzan nadin. Tu welatperwer serî li ber Amerîkaya derewîn natewîne.”

Rûhanî anî ziman ku vekişîna Donalp Trûmp a ji hevpeymana Enerjiya Nukleeriyê, li hemberî welatê wan komployek e û wiha pêde çû; “DYA, sîyonîst û kedxwazên din ên li bendê bûn ku piştî Trûmp ji peymanê vekişe, em ê jî vekişin. Lê me ev komplo pûç derxist. Em ê radestî DYA’yê nebin. Em ê rûmeta gelê xwe biparêzin û li ber DYA’yê çong daneynin.”

XAMENEY JI DARAZGERIYÊ RE GOT ‘BIKEVE TEVGERÊ’

Serokê rûhanî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney, li hemberî protestoyên ji bo qeyranên aboriyê bang li darazgeriyê kir ku “Li hemberî kesên ewlehiya aboriyê xirab dikin” bikeve tevgerê.