Li Îranê 354 kes ji ber vîrûsa Covîd-19 mirine

Her diçe bandora vîrûsa Korona (Covîd-19) a li Îranê zêdetir dibe. Heta niha li Îranê ji ber vîrûsê 354 kes mirine, 9 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê, Dr. Kiyanûş Cihanpûr bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji duh ve li Îranê 63 kesên din ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane. Herwiha heta niha li Îranê bi giştî 354 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî ajansa ÎSNA’yê li gorî bajaran hejmara kesên bi vîrûsê ketin wiha ne:

Tehran 2370

Qom 804

Gîlan 529

Esfehan 788

Elborz 384

Mazenderan 918

Merkezi 447

Qezvîn 284

Semnan 284

Golistan 188

Xorasan Rezewî 256

Fars 170

Loristan 185

Tebrîz 175

Xozestan 127

Yezd 150

Zencan 101

Sine 84

Erdebil 92

Kirmaşan 59

Kirman 58

Hemadan 74

Sistan ve beluçistan 44

Hormozgan 79

Xorasan Cinubî 66

Xorasan Şomalî 45

Çarmehal ve Bextiyarî 38

Îlam 62

Urmiye 100

Kohgîluye ve BoyerEhemad 11

Buşehir 18