Li Çînê testa derziya yekem a li ser mirovan wê bê ceribandin

Çînê ragihand ku li dijî vîrûsa Koronayê derziyek bi ‘bandor’ pêş xistine û wê li ser mirovan biceribîne.

Derziya ku bi pêşengtiya epîdemîsyonalîstê Çînî Chen Weî ve hate pêşxistin, piştî testa yekem hate erêkirin. Ji niha û şûn ve jî wê li ser mirovan bê ceribandin.

Li gorî ajansa çapemeniya Spanya Eûropa Pressê, Wezareta Parastinê ya Çînê derzî bi ewle û bandor pênase dike, ji bo bi awayekî lez hilberandina wê jî amadekarî hatine kirin.

Rayedarên Çînî bi daxuyaniyekê ya ku meha Sibatê dabû diyarkiribû ku wê heta meha Nîsanê derziyekê li ser mirovan bikar bîne.

Di rewşa heyî de gelek welat li ser derziyan kar dikin. Lê ev heta ji bo nexweşxan bê bikaranîn pêwîstî bi gelek mehan heye.

Gelek mirovên zana, saziyên akademî û kargeh ji bo peydakirina derziyek bi bandor hêviya yekem bin. Tenê li Çînê bi kêmanî li ser 9 derziyan kar tê kirin.