Li Çînê ji ber lehiyê zêdeyî 20 kes mirin

Li başûrê Çînê, ji ber baranê lehî rabû û hezaz çêbû. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ji destpêka meha Hezîranê ve li başûrê Çînê baraneke xurt lê dike. Li gorî ajansa nûçeyan a Çîn a Nû, ji ber baranê 1.300 xanî xra bûn û zêdeyî 230 hezar mirov neçar man cihê xwe biterikînin.

Li gorî Wezareta Rewşa Lezgîn, li herêma Gûangşiyê 6 kesî jiyana xwe ji dest dan, kesek jî winda bûn.

Li bajarê Yangshûo yê tûrîstîk jî kolan di nava avê de man. Rayedaran diyar kirin ku zêdeyî hezar otel, pansiyoneke malbatê û derdora 30 sîteyên tûrîstîk di nava avê de mane.

Wezareta Rewşa Lezgîn diyar kir ku li herêmê bi giştî bi 4 milyar yenî (500 milyon Euro) xisar çêbûye.

Li wîlayeta Hûnanê bîlanço girantir e.

Li gorî bîlançoya roja Çarşemê li vê wîlayetê 13 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li eyaleta Gûîzhoûyê jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tê payin ku baran rojên bê ji nû ve zêde bibe.