Li Çînê erdhej: Ji mirina sedan kesî fikar hene

Di encama erdheja li Çînê pêk hatî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, ziyan gihiştiye sed hezar malan zêdetir û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibin.

Di erdehja li eyaleta Sîchûan a dikeve başûrê rojava yê welat de, pileya wê weke 7 hate ragihandin, li gorî saziyên Amerîkî jî pileya erdhejê 6,5 hate nîşandan.

Hat diyarkirin ku di erdhejê de ziyan gihiştiye 130 avahiyan, têkildarî hejmara miriyan agahiyên zelal nehatine diyarkirin. Li gorî televîzyona dewletê li gorî daneyên destpêkê 4, li gorî ajansa AP’ê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Lê li gorî nirxandinên saziyên karesatên xwezayî,ziyan gihiştiya 130 hezar avahiyan, hat diyarkirin ku di erdhejê de dibe ku hejmara miriyan bigihêje sedan.

Li gorî saeta herêmî saet 21:39’an de erdheja ku pêk hatî li Pekîn a ku 1500 kêlometra jê dûre hate hîskirin.

Di erdehja sala 2008’an a li Sîchûan di pileya 8’an de pêk hatî, 87 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn an jî winda bibûn.