Li 10 eyaletên Îranê biryara betlaneyê
Îranê ji ber pêla hewayê sar a ku di rojên dawî de bandoreke mezin li ser jiyanê dike, bi armanca teserifa enerjiyê herî kêm li deh eyaletan biryara girtina dibistan û nivîsgehên dewletê da.
Îranê ji ber pêla hewayê sar a ku di rojên dawî de bandoreke mezin li ser jiyanê dike, bi armanca teserifa enerjiyê herî kêm li deh eyaletan biryara girtina dibistan û nivîsgehên dewletê da.
Ajansa fermî ya nûçeyan Îrnayê da zanîn ku li van herêman xwendin ji dûr ve bidome û dê banke jî girtî bin. Eyaletên wek Semnan, Gilan û eyaleta Rojhilatê Kurdistanê Loristan û bi tevahî li 10 eyaletan bergirî hatin girtin. Li Tehranê jî roja şemiyê nêzî 30 santîmetreyî berf barî û heman bergirî hatin girtin lê belê roja Yekşemê rewş asayî bû.
Zêdebûna bikaranîna enerjiyê, li Îranê li ser belavkirina elektrîk û gazê de bû sedema sînordarkirinan. Hikûmetê ji bo meşandina vê rewşê biryara sekinandina xizmetên giştî da.