Letonya belgeyên berê yên KGB'ê yên veşartî eşkere dike

Letonya ku welatekî berê yê SSCB a berê ye, ragihand ku wê dosya û belgeyên dawî yên veşartî yên ji rêxistina îstîxbarata Sowyetan KGB'ê mane, ji gel re eşkere bike.

Li gorî biryara ku li Parlamenta Letonyayê hate girtin, wê belgeyên dawî yên sîstîxbarata serdema Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sowyetê (SSCB) bên eşkerekirin.

Di çarçoveya biryara parlamentê de, belge û dosyayên KGB'ê yên heta niha nehatine weşandin, wê li ser înternetê ji gel re bên eşkerekirin. Belge wê ji aliyê Arşîva Neteweyî ya Letonyayê ve werin weşandin.

Di nava belgeyên bên weşandin de, lîsteyên telefonê yên sîxur û ajanên KGB'ê, katalogek li ser yên li derve xizmet ji KGB'ê re kirine û endekseke statîstîkî ya saziyê hene.

Ji bo weşandina belgeyan divê Serokkomar Raîmonds Vejonîs destûrê bide.