Leşkera ku belgeyên Wîkîleaksê radest kir, hate berdan

Yek ji çavkaniyên Wîkîleaksê ku di sala 2010'an de bi sed hezaran belgeyên DYE'yê weşand, Chelsea Mannîng hate berdan.

Wîkîleaksê, tevî belgeyên li ser şerê Iraq û Efganistanê 250 hezar nivîsên navxweyî yên DYE'yê weşandibû. Dihate îdîakirin ku Chelsea Mannîng ku wê demê leşker bû, belge radestî Wîkîleaksê kiriye. Mannîng ku ji bo îstîxbarata Emerîkayê weke analîst dixebitî, di sala 2013'and e 35 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Mannîng di navbera salên 2010 û 2017'an de li girtîgehê ma. Serokê DYE'yê yê wê demê Barack Obama beriya ku wezîfeya xwe radest bike ew efû kir û di Gulana 2017'an de hatibû berdan.

Lê belê di Adara derbasbûyî de ji ber ku Mannîng red kir ku li dijî damezrînerê Wîkîleaksê Jûlîan Assange şahidiyê bike, ji nû ve hatibû girtin.

Ji ber ku dema ragirtinê ya ji sûcê redkirina pêşkêşkirina delîlan ji bo dadgehê temam bûye, Mannîng hate berdan.