Le Fîgaro: Fransa êdî di warê Tirkiyeyê de baweriyê bi NATO’yê nîne

Li Fransayê di rojnameya Le Fîgaro de hevpeyvînek hate weşandin. Di heyvpeyvînê de hate diyarkirin ku Fransa li hemberî Erdogan ji bo parastina sînorê behrê yê Ewropayê êdî baweriya xwe ne bi NATO’yê û ne jî bi Elmanyayê nayne.

Berpirsê Kêşeyên Navneteweyî yê Weqfa Pont-Neûfê Hadrîen Desûîn ji rojnameyê re axivî û got ku “Ji bo parastina sînorên behrê yên Ewropayê Fransa êdî baweriyê ne bi Tirkiyeyê û ne jî bi Elmanyayê tîne.

Desûîn got ku, “Fransa û hevkarên wan ên li Behra Spî neketina dewrê wê Tirkiye hêdî hêdî xwe parêzvanê sînorên me yê behrê diyar bikira. Dema ku Fransa û Tirkiye werin hemberî hev, ev ji bo mutefîkên me yên Elman jî tevgereke xerab be. Lê bi kêmanî bi vê krîzê re em dizanin hevalên me yên rastîn kî ne û dema darbeyeke tund pêk were em dizanin em ê baweriyê bi kê bînin. Heke em destûrê bidin ku Erdogan çend kîlometreyan pêş ve were, dibe ku hemû Behra Spî û Balkan hilweşe.”