Lavrov: Teslîmata S-300’an a ji bo Sûriyeyê dest pê kir

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku wan dest pê kirine ku S-300’an bidin rejîma Sûriyeyê.

Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê ya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got ku, “S-300 gihiştine Sûriyeyê.”

Lavrov diyar kir piştî ku li Sûriyeyê balefira II-20 hate xistin, wan dest bi teslîmatê kirine.

Wezîrê Parastinê yên Rûsyayê Sergey Şoygû, roja Duşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku pergalên parastina hewayî ya S-300’an di nava du hefteyan de ew ê bigihêjin Sûriyeyê.

Lavrov diyar kir wan biryar dabû ku S-300’an di sala 2010’an de bidin Sûriyeyê, lê ji ber daxwaza Îsraîlê wan dereng dane. Larov got ku niha rewş guheriye û ev rewş ji ber Îsraîlê pêk hatiye.