Kursiyên partiya Macron kêm bûn
Li Fransayê piştî ku hate desthilatê û vir ve di nav 3 saan de 26 parlamenteran ji LREM'ê îstîfa kirin, LREM li Meclîsa Netewî kursiyên wê kêm bûne.
Li Fransayê piştî ku hate desthilatê û vir ve di nav 3 saan de 26 parlamenteran ji LREM'ê îstîfa kirin, LREM li Meclîsa Netewî kursiyên wê kêm bûne.
Partiya Macron LREM 2017'an Hezîranê, di hilbijartina giştî de ji 577 kursiyan 314 jê standibû, lê ji wê demê û vir ve gelek parlamenteran jê îstîfa kirin.
Heta duh partiya desthilatê bi 289 parlmanteran li meclîsê ya herî xurt bû lê êdî ev rewş guherî. Cedrîc Vîlla jî di nav de, ku ji bo namzetiya wî ya Şaredariya Parîsê nehatibû qebûlkirin xwe li paş dihişt, 17 kes li Meclîsa Netewî koma xwe ava kirin. Ev kes her wiha nêzî Nîcolas Hulot in, ku Hulot ji ber ku di polîtîkaya avûhewa û hawîrdorê de 'hêvîşikestî' bûbû îstîfa kiribû.
Bi îstîfaya dawî re hijmara kursiyên LREM'ê li meclîsê mane 288.