Kurdên li Berlînê Maseya Krîzê ava kirin

Meclîsa Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad ku li paytexta Elmanya Berlînê kar dike, li dijî şewba vîrûsa Koronayê ji bo xurtkirina piştevaniya civakî Maseya Krîzê ava kir.

Maseya Krîzê ku li dijî vîrûsa Koronayê hate avakirin, wê bi Kurdî, Tirkî û Elmanî Kurd û demokratên li Berlînê agahdar bike.

Maseya Krîzê her wiha wê piştgiriya madî û manewî bide kesên ku ji ber vîrûsê di nava zor û zehmetiyê de ne.

Berdevkê Maseya Krîzê Îsmaîl Parmaksiz got, "Tenduristiya gelê me ji her tiştî girîngtir e. Me ji ber vê yekê kongreya meclîsa xwe û gelek çalakiyên xwe betal kir."

Berdevk Parmaksiz got, "Bi rêya vê maseya krîzê em ê 24 saetan xizmetê ji gelê xwe re bikin."

Parmaksiz ragihand, ji bo hevdîtinê wan randevû ji senatora Tenduristiyê ya Eyaleta Berlînê wergirtine û got, "Di hevdîtinê de em ê Maseya Krîza ya li dijî Vîrûsa Korona ji wan re jî ragihînin û hewl bidin derfetan biafirînin ku bi hev re bixebitin."

Parmaksiz got, "Eger sibe yan jî dusib di rewşeke gengaz de derketina derve bê qedexekirin, Maseya Krîzê wê bi rengekî piralî bikeve dewrê. Divê gelê me bi xwînsarî tevbigere, lê belê dema ku işaretên wê nexweşiyê dîtin yekser bi me re bikevin nava têkiliyê. Em amade ne ku ji her alî ve alîkariyê bidin wan."

Nûmarayên telefonê yên Maseya Krîzê ya Meclîsa Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad:

0177 8207121

0176 45231618

01712412052

0176 61259528

0178 3963597