Krîza Yemenê: Li Hûdeydeyê hefteyekê 150 kes mirin

Li bajarê El Hûdeyde ku bajarekî stratejîk ê Yemenê ye, di şerê navbera Hûsiyên Şîa û leşkerên alîgirê hikumetê de hefteyekê 150 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyên nêzî leşkeriyê, piştî ku êrişa Hûsiyan ên bajêr kontrol dikin, dest pê kiriye. Hûsî hewl didin, herêmên li aliyê başûr ên ku hêzên alîgirê hikumetê lê ne, kontrol bikin.

Şerê vê dawiyê bû şerê herî giran ji Kanûna 2018'an dema bicihhatina agirbestê û vir ve. Heman çavkaniyê diyar kir ku Hûsî hîn bi pêş ve neçûne.

Rayedarekî ji AFP'ê re got, "Ji her du aliyan di nava hefteyekê de nêzî 150 kes mirine, 260 kes jî birîndar bûne."

Ev bîlanço ji aliyê berpirsyarekî xwecihî yê Hûsiyan ve jî hate piştrastkirin.