Krîza li Venezûelayê kûr dibe: Welatên Ewropa Gûaîdo nas kirin

Welatên Ewropayê yek yek Jûan Gûadîo yê rastgir bi navê Serokê Dewleta Venezûelayê nas kirin.

Îngîltereyê diyar kir ku ew Jûan Gûaîdo yê ku Serokê Parlementoya Venezûelayê ye, bi navê serokê dewletê nas dikin. Wezîrê Karê Derve Jeremy Hûnt li ser hesabê xwe yê twîtterê got ku, “Nîcola Madûro di nava heşt rojan de hilbijartinên serokkomariyê organîze nekir. Ji ber vê jî em êdî Jûan Gûaîdo bi navê serokê zagonî yê demdemî nas dikin.”

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez jî diyar kir ku ew Gûadîo bi navê serok nas dikin.

Elmanya, Fransa, Îspanya û gelek welatên Ewropayê heta roja Yekşemê wext dabûn Madûro.

MADÛRO ULTÎMATOM RED KIR

Serokê Dewleta Venezûelayê Nîcolas Madûro roja Yekşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ew ultîmatoma welatên Ewropayê red dike. Madûro diyar kiribû, ji ber ku tifaqa wan a rastgir bi ser neketiye, welatên din zextan li ser wî dikin ku hilbijartinên serokatiyê dîsa li dar bixin.

Roja Yekşemê Serokê DYE’yê Donald Trûmp gef xwaribû û diyar kiribû, dibe ku ew di warê leşkerî de mudaxele bikin.