Krîza li Venezûelayê giran dibe

Li Venezûelayê, di xwepêşandana mûxalefeta rastgir a dijî Serokkomar Nîcolas Madûro de, 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, her du kes roja Çarşemê li paytexta Caracasê di dema xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî dozgeriyê, ji destpêka meha Nîsanê û vir ve 39 kes di xwepêşandanan de mirin e.

Roja Çarşemê di xwepêşandanan de, xwepêşandêrên rastgir şûşeyên bi pîsî dagirtibûn avêtin ser polîsan û polîsan jî bi bombeyên gazê dest li wan werdan. Şer li ser rêya bingehîn a paytext Caracasê dewam kir.

Bi hezaran ciwan tevlî vê çalakiya bi navê 'Meşa Pîsî' bûn. Çalakger ji bo karibin xwe bigihînin navenda bajêr, hewl dan ji benda Mûxafizên Neteweyî derbas bibin. Çalakgeran şûşeyên bi pîsî dagirtî û molotof kokteyl avêtin polîsan.

Çalakger hewl ddin pêşî li projeya Serokkomar Madûro bigirin, ku Madûro hewl dide bi guhertinên li destûra bingehîn re meclîseke damezrîner ava bike. Ev hewldana Madûro weke xilasiya ji parlamenta bi serweriya mûxalefeta rastgir û hewldana reva ji hilbijartinê tê dîtin.

Madûro di wê baweriyê de ye, ku çalakiyên li nava kolanan plana darbeyê ye û DYA jî rê daye vê darbeyê.

Venezûela ku mezintirîn rezervên petrolê yên cîhanê lê ye, li ber teqînê ye. Li vî welatî krîzeke giran a aborî, civakî û siyasî heye. Mûxalefeta rastgir a piştgiriyê ji Washîngtonê dibîne, zexta li ser Madûro giran dike.

Madûro jî hewl dide bi avakirina meclîsa damezrîner û ragihandina rewşa aboriyê ya lezgîn re krîzê çareser bike.