Krîza li Tirkiyeyê wê bandorê li sektora otomotîvê ya Elman bike!

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ku bi bêqîmetbûna Lîreyê Tirk giran bûye, wê bandorê li sektora otomotîvê ya Elman jî bike.

Dewleta Elman ku li qada siyasî û aborî bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyên cidî ye, ji bo rizgarkirina Lîreyê Tirk ê li pêşberî Dolar û Euro roj bi roj bê qîmet dibe, di nava hewldanan de ye. Sedemeke din a vê hewldanê eşkere bû. Şîrketên mezin ên otomotîv ên Elman ku salên dawî li bazara Tirkiyeyê belav bûn û ji ber vê yekê hilberîna wan zêde bû, tê gotin ku ji ber krîza li Tirkiyeyê wê li vî welatî nikaribin zêde bifiroşin.

Berevajî 8 mehên sala 2018'an, ji sala 2010'an û vir ve li Tirkiyeyê firotina wesayitên Elman her sal zêde bû. Sala 2010'an 510 hezar wesayitên Elman hatin firotin. Ev hejmar sala 2017'an gihîştibû 723 hezarî. 6 mehên destpêkê yên sala 2018'an ev hejmar di 276 hezarî de ma. Lewma sektora otomotîv a Elman kete nava fikaran.

BI RÊJEYA 37 JI SEDÎ FIROTINA WESAYITAN KÊM BÛ

Dema ku 6 mehên destpêkê yên sala 2017'an û 6 mehên destpêkê yên îsal tên nirxandin, tê dîtin ku firotina wesayitên Elman li Tirkiyeyê bi rêjeya 37,7 ji sedî kêm bûye. Li gorî encamên lêkolîna Navenda Lêkolîna Wesayitan a Zanîngeha Dûîsbûrgê, kêmbûna firotina wesayitan wê heta dawiya sala 2018'an dewam bike.

Hate ragihandin ku 550 hezar wesayitên Elman ên ji bo bazara li Tirkiyeyê hatin çêkirin wê neyên firotin û sala 2019'an jî wê ev hejmar 450 hezar be. Tê gotin, şîrketa herî zêde bixisire wê Volkswagen be. Li gorî daneyên par, rêjeya firotina wesayitên Volkswagenê li Tirkiyeyê bi 19 ji sedî kêm bû.

MAAS: DI ROJEVA ME DE ALÎKARÎ NÎNE

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas wê rojên Çarşem û Pêncşemê ji bo serdana fermî biçe Tirkiyeyê. Maas diyar kir ku alîkariya aborî di rojeva wan de nîne. Seroka Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku Maas endamê wê ye Andrea Nahles berî çend rojan gotina xwe anîbû ser wê yekê ku alîkarî ji Tirkiyeyê re dikare were dayin.

Lê belê di hevpeyvîna xwe ya roja Yekşemê de ku bi rojnameya "Bîld am Sonntag" re kir, anî ziman ku di hevdîtinên Tirkiyeyê de li şûna alîkariya aborî wê mijara "asayîbûna têkiliyên bi Enqereyê re" bikeve rojevê.

Maas da xuyakirin ku hîn 7 welatiyên Elman li girtîgehên Tirkiyeyê ne û got, "Tevî ku ev mirov nêzî saleke girtî ne, hîn jî li ser wan gilîname nehatiye amadekirin. Ev rewş ne ya qebûlkirinê ye û divê dawî lê bê anîn."