Krîza li Lubnanê: Di nava du rojan de zêdeyî 540 kes birîndar bûn

Li Lubnanê di xwepêşandanên şermezarkirinê de ku li dijî çîna siyasî ya serdest tên kirin, dawiya hefteyê zêdeyî 540 kes birîndar bûn. Roja Duşemê jî li gelek deran çalakgeran rê girtin.

Hêzên dewletê roja Yekşemê li Beyrûdê fîşekên plastîk û bombeyên gazê li dijî çalakgeran bi kar anîn. Çalakgeran bi keviran bersiv dan. Di roja duyemîn a şer de herî kêm 145 kes birîndar bûn. Tevî yên roja Şemiyê birîndar bûn hejmara gihîşt 546 kesî.

Çalakger li kolaneke li pêşiya parlamentê li hev kom bûn û dirûşma "Şoreş, şoreş" qîriya. Şer heta êvarê dewam kir.

Çalakî roja Duşemê jî neqediya. Serê sibehê gelek rêyên Trablûsşamê hatin girtin.

Li bajarê Saîda û Majdelyûn ên li başûrê welêt şaxên heman bankayê hatin xerakirin.

Li welêt hefteyên dawî li dijî bankayan çalakî zêde bûn.

Tevî çalakiyên şermezarkirinê yên sê meh in dewam dikin, rêveberên siyasî ji bo derketina ji krîzê gaveke şênber neavêjin. Demekê hesabê wê dihate kirin ku wê çalakî kêm bibin, lê belê bi sala nû re ji nû ve zêde bûn.

Piştî ku dawiya hefteyê asta xwepêşandanan bilind bû, Serokkomar Mîchel Aoûn bang kir ku bi beşdariya Wezîrên Parastinê û  û Karên Hundir civîneke ewlekariyê pêk bîne.