Krîza Brexîtê: Wezîra Kar a Îngilistanê îstifa kir

Wezîra Kar a Îngilistanê Amber Rûdd îstifa kir, ku bi stratejiya Serokwezîr Borîs Johnson û mijara Brexîtê nakok bû.

Amber Rûdd ji aliyê medyayê ve weke alîgira Ewropayê tê nîşandan. Rûdd tevî vê yekê jî qebûl kir ku di nava hikumeta Borîs Johnson de bibe wezîr. Rûdd êvara Şemiyê ji wezîrtiyê îstifa kir.

Rûdd got, "Di rewşekê de ku yên baş û mûxafazakarê nerm nedihatin dîtin, nebû ku ez di nav de bimam". Rûdd bi vê daxuyaniya xwe bal kişand ser 21 parlamenterên mûxafazakar ên li dijî Brexîtê bi mûxalefetê re tevgeriyan, lê ji partiyê hatin dûrxistin.

Serokwezîr Johnson derketina ji Yekîtiya Ewropayê ya bêyî lihevkirinê jî di nav de bi polîtîkayeke tund tevdigere. Îstifaya wezîra kar krîza Serokwezîr girantir kir. Johnson giraniya xwe ya li Parlamentê winda kir.

Ji Partiya Karker Keîr Starmer di parvekirina xwe ya li Twîtterê de got, "Hikumeta Johnson têk diçe."