Krîza avhewayê gefa herî mezin e li dijî mafên mirovan

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet anî ziman, krîza avhewayê ku ji ber germahiya global rû da, ji bo mafên mirovan gefa herî mezin e.

Bachelet li 42'emîn Konseya Mafên Mirovan a li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê axivî û ji şewata li Amazonan heta şerê navxweyî gelek mijar nirxand.

Bachelet diyar kir ku guhertina avhewayê wê bandorê li hemû neteweyan, li saziyên polîtîk, civakî û çandî yên her dewletê, li mafên mirovan ên nifşên heyî û yên paşerojê bike. Bachelet anî ziman, bahoza Dorîanê ku li Bahamayê bû sedem ku nêzî 50 kes jiyana xwe ji dest bidin, encameke vê rewşê ye.

Bachelet ragihand, welatên mîna Bahama yên ji giravên biçûk pêk tên wê bikevin bin bandora giran a guhertina avhewayê û destnîşan kir, mirovên li wan deveran wê ji aliyê av, tenduristî, xwarin, kar û stargehê ve bikevin rewşeke zehmet.

Bachelet destnîşan kir ku guhertina avhewayê gefa herî mezin e li dijî mafên mirovan.

Bachelet bal kişand ser şewata li daristanên li herêma Amazonê yên Brezîlyayê û got, "Şewata li van daristanên baranê bandoreke felaketê li mirovahiyê hemûyan dike, lê belê herî zêde bandorê li jin, mêr û zarokên li wê herêmê dike."

Bachelet bang li rayedarên Bolîvya, Paragûay û Brezîlyayê kir ku ji bo astengkirina trajediyên paşerojê bernameyên hawirdorê yên demdirêj bixin meriyetê.