Krîza Îdlib: Wê Merkel-Makron-Pûtîn û Erdogan li hev bicivin

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel ragihand ku têkildarî şerê navxweyî yê Sûriyeyê wê di meha Cotmehê de rêveberên Fransa, Elmanya, Tirkiye û Rûsya li hev bicivin.

Merkel a tevî hemû nerazîbûn û xwepêşandanan Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir mêhvan, di civîna hevpar a çapemeniyê de got: “Alîgirên civîneke çar alî ne.”

Li gorî Serokwezîra Elman, wê civin di navbera rêveberên Tirk, Elman, Fransî û Rûsyayê de pêk were.

Merkel got: “Hê jî rewş qels e. Em bi hêvîne ku civîn di meha Cotmehê de pêk bê.”

Li gorî Merkel wê di civînê de li ser rewşa Îdlib û amadekariyên operasyona rejîma Sûriye bigirin dest.

Tirkiye wê çeteyên li Îdlibê biparêze, li gel lihevkirina bi Rûsyayê re jî di navbera herêmên di navbera rejîmê û çeteyan de tê pêşbînîkirin ku herêmeke tampon bidin avakirin. Tirkiye di çarçoveya vê peymanê de, li qada ku bi firehiya 15-20 kêlometre ku ji aliyê Moskova ve hatî xêzkirin, divê çeteyan vekişîne.