Krîz wê nêzî 100 milyon kesî berbi hejariyê ve bibe

Banka Cîhanê hîşyarî da ku wê hejariya ji ber krîza aboriya ku şewba Covîd-19 çêbûyî, wê ji ya tê texmîn kirin hîn zêdetir bandorê li kesan bike.

Li gorî texmînên berê hatîn kirin, hîşyarî dabûn ku wê şewba Covîd-19 herî kêm 60 milyon kesan ber bi hejariyê ve bibe. Lê belê li gorî Serokê Banka Cîhanê Davîd Malpass, wê krîza aborî herî kêm 70 heta 100 milyon kesî di nava hejariyê de bihêle.

‘DIVÊ DEYNAN KÊM BIKIN’

Malpass da diyar kirin ku ji bo hejariya bi sedema krîzê çêbûyî bê derbas kirin, pêwîste pirsgirêka deynên welatên ber bi pêşketinê ve ji nû ve bigrin dest û teqez kir ku bi paşxistina deynan çareser nabe. Malpass destnîşan kir ku divê deynên welatên hejar bên kêmkirin.