Kremlîn dixwaze diyalogê bi Washingtonê re deyne

Rûsya ligel ku têkiliyên wê yên bi DYA’yê re xerab bûye, dixwaze ku di navbera herdu welatan de diyalog pêk were.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov, “Di nava demê de piştî ku hempîşeyên me yên Amerîkayê kêşeyên xwe yên dawîn çareser kirin, ligel ku di têkiliya bi Washîngtonê de xisar pêk hatiye, em hêvîdar in ku ew ê diyalog were destpêkirin.”

LAVROV: TÊKILÎ JI SERDEMA ŞERÊ SAR XERABTIR E

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ê ku ji BBC’yê re axivî, diyar kir ku têkiliya wan a bi welatên Rojava ji serdema Şerê Sar xerabtir e.

Lavrov got ku, “Rewşa heyî gelekî bi xetere ye” û nerazîbûn nîşanî êrîşên hewayî yên DYA, Îngîltere û Fransayê yên li dijî Sûriyeyê da.

Lavrov diyar kir ku baweriya Moskowayê bi dostên wan ên welatên rojava xerab bûye û dubare kir ku îddîaya ku tê gotin rejîmê di 7’ê Nîsanê de li Dûmayê çekên kîmyewî bi kar aniye jî ‘vir û derew e’.