Koronavîrus: Hejmara nexweş û miriyan zêde dibe

Li temamî cîhanê hejmara mirî û nexweşan zêde dibe. 11 hezar kes ji koronavîrusê mirine û kesên nexweş ketine jî 270 hezar derbas kiriye.

TIRKIYE

Li gorî hejmara ku rayedarên hikumeta Tirkiyeyê dnae 670 kes bi nexweşiya koronayê ketine û 9 kes jî mirine.  Lê li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyan hatine stendin û Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê hejmara rastîn zêdetir e.

ÎTALYA

Herî zêde li Îtalyayê mirov ji ber koronavîrusê mirine. Li Îtalyayê 4 hezar û 32 kes mirine.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê di 24 saetên dawîn de 30 kes ji ber koronavîrusê mirine û bi giştî hejmara miriyan bûye 67. 2 hezar û 815 kes jî bi vê nexweşiyê ketine.

HOLLANDA

Li Hollandayê roja Şemiyê 30 kes ji ber koronavîrusê mirine û di nava du hefteyan de 136 kes mirine.

DYE

Li DYE’yê jî nêzî 230 kes ji ber koronayê mirine û 18.500 kes jî bi nexweşiyê ketine.

FÎLÎPÎN

Li Fîlîpînê jî 19 kes ji ber koronavîrusê mirine û 307 kes jî nexweş ketine.

ENDONEZYA

Li Endonezyayê jî 450 kes nexweş ketine û 38 kes jî mirine.

ELMANYA

Li Elmanyayê jî 16 hezar û 662 kes nexweş ketine û bi giştî 47 kes mirine.

ÎRAN

Li Îranê 1556 kes ji ber koronavîrusê mirine û hejmara nexweşan jî bûye 20 hezar û 610.

FRANSA

Li Fransayê 12 hezar û 612 kes nexweş ketine û 450 kes jî mirine.

ÎSPANYA

Li Îspanyayê jî 1326 kes ji ber nexweşiyê mirine û 24 hezar û 926 kes jî nexweş ketine.

MISIR

Li Misirê 285 kes nexweş ketine û 8 kes jî mirine.

ÇÎN

Li Çînê 3 hezar û 255 kes mirine û 81 hezar kes jî nexweş ketine. Tê diyarkirin ku li welat sê roj in tu nexweş nehatine tespîtkirin.