Koreya Bakur û DYA tawîzê nadin hev

Tê payin ku DYA û Koreya Bakur roja 12'ê Hezîranê hevdîtinê bikin. Lê belê aloziya ku ji ber tetbîqata leşkerî ya li Koreya Başûr rû da, hê ji holê ranebûye.

Lîderên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Koreya Bakur ku ji destpêka sala 2017'an û vir ve xwe li hev radikişînin, tê payin ku 12'ê Hezîranê li Sîngapûrê li hev rûnên. Beriya civê civîna bilind, ji her du lîderan daxuyaniyên ku rageşiyê girantir bikin, tên dayin.

Piştî ku Koreya Bakur nerazîbûn nîşanî tetbîqata leşkerî Max Thunder a navbera DYA û Koreya Başûr da, lidarketina hevdîtina 12'ê Hezîranê kete rewşeke xetere. Di tetbîqatê de sîmûlasyona êrîşeke li dijî Koreya Bakur tê kirin.

Li gorî nûçeya ajansa KNCA ku weke dengê rêveberiya Pyongyangê tê dîtin, Washington dixwaze Koreya Bakurê asê bike. KCNA ragihand, ku ji aliyekî ve tetbîqata leşkerî tê kirin, li aliyekî jî zext tê kirin ku Koreya Bakur bi rengekî yek alî ji nukleerê bê xalîkirin.

Beriya niha bi çend rojan di nûçeyekê de hatibû ragihandin ku rêveberiya Koreya Bakur dibe ku hevdîtina 12'ê Hezîranê betal bike.

Tevî nerazîbûna Koreya Bakur jî rêveberiya DYA bi biryardarî qala paqijkirina Koreya Bakur ji nukleerê dike.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYA John Bolton diyar kir ku ji bo hevdîtin bi Kim Jong-un re bê kirin wê 'her tiştî' bikin.