Koreya Bakur kapasîteya xwe ya parastinê xurt dike

Rêveberiya Koreya Bakur ku di demeke nêz de ragihand ku xwedî çeka nukleerê ye, biryar da ku 'kapasîteya parastinê ya welêt xurt bike'.

Kongreya Partiya Karker a ku Koreya Bakur bi rê ve dibe, du hefte beriya destpêkirina wezîfeya Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêk hat.

Di raporê de ku bi navê Serokdewlet Kîm Yong Ûn pêşkêşî kongreyê hate kirin, hate xwestin ku kapasîteya parastinê ya welêt bê xurtkirin. Di raporê de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Fermî (KCNA) ve hate parvekirin, hate ragihandin ku di vê mijarê de hin armanc hatine diyarkirin.

Dihate îdîakirin ku Koreya Bakur bi salan e li tesîsên cuda hewl dide çeka nukleerî bi dest bixe. DYE û welatên din ên rojavayî îdîa dikin ku rêveberiya Pyongyangê gihîştiye vê armanca xwe.

Donald Trûmp ku bi Koreya Bakur re xwedî rewşeke aloz bû, di dema herî giran a vê aloziyê de bi Kîm Yong Ûn re rûniştibû.