Koreya Bakur gef li Amerîkayê xwar

Rageşiya di navbera Koreya Bakur û DYA’yê de zêde dibe. Donald Trûmp bi 'barandina agir û xezebê' gef li Koreya Bakur xwar, Koreya Bakur jî gefa êrîşê li Amerîkayê xwar.

Koreya Bakur gef li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) xwar û got, ew ê li girava Guamê bixe. Koreya Bakur venaşêre ku ew xwedî serikê moşeke balîstîk a nukleerî ya parzemînî ye ku dikare pê li Amerîkayê bixe.

Koreya Bakur di serî de DYA guh nade bangên hêzên navneteweyî yên bi daxwaza ku bernameya nukleerî û balîstîk bide rawestandin.

Berdevkiya Artêşa Gel a Koreya Bakur bi daxuyaniyekê diyar kir ku lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un biryarê bide ew her kêlî amade ne ku êrîşa bi moşeka balîstîk pêk bînin.

Girava Guamê ya ku yekîtiya jêrzeryayî ya Amerîkayê, baregaha hewayî û koma ewlehiya peravê lê ne di hedefa Koreya Bakur de ne.

Berdevkê leşkerî diyar kir hêzên stratejîk ên Koreya Bakur li plana ku bi moşekên bi dûrahiya navîncî li girava Guamê û derdora wê bixin.

Koreya Bakur DYA bi amadekariya şerê pêşîlêgîr tawanbar kir û got heke rewşeke wiha rû bide di serî de xakên Emerîkayê ew ê şerekî wiha bidin destpêkirin ku qira dijminan bînin.

Beriya vê geflêxwarinê bi çend saetan Serokê DYA’yê Donald Trûmp got heke Koreya Bakur li ser van gefên xwe raweste ew ê bi ‘agir û xezebê bibarînin’’

Waliyê Guamê Eddîe Calvo jîg ot herêm ji hemû rewşan re amade ye. Calvo got, ‘’Ez bi mîsogerî ji şêniyê girava Guamê re dibêjim, di rewşa berdest de ne li ser girava me û ne jî li ser girava Marîannesê ti taloke nîn in.’’