Koreya Bakur fuzeya balîstîk ceriband, alozî zêde bû

Koreya Bakur, roja Yekşemê careke din fuzeya balîstîk ceriband.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Koreya Başûr ve hate dayîn, Koreya Bakur ji baregeha Kûsong a li herêma Pyongan a Bakur, fuze hatiye avêtin. Hat ragihandin, ev fuzeya balîstîk bi qasî 700 kîlometreyan çûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Koreya Başûr û DYA ji bo agahiyên berfirehtir li ser fuzeyê bigirin, lêkolînan dikin.

Rejîma Koreya Bakur di nava du hefteyan de du caran fuze ceriband. Ceribandina dawî ya fuzeyê, piştî hilbijartina Serokkomarê Koreya Başûr Moon Jae-In bû ceribandina destpêkê ya fuzeya balîstîk a Koreya Bakur.

Aloziya li nîvgirava Koreyê di hefteyên dawî de zêde dibe. Bi giranî, ji ber xwerakişandina li hev a DYA û Koreya Bakur ev alozî zêde dibe.

Koreya Bakukr, di çarçoveya projeya afirandina fuzeya balîstîk a ji parzemînekê dikare bigihêje parzemîneke din û karibe bigihêje axa DYA, di destpêka sala 2016'an de 12 fuze ceriband ku 2 ji van fuzeyên balîstîk in.

Serokê nû yê DYA Donald Trûmp jî gef li Koreya Bakur xwaribû ku destwerdana leşkerî jî di nav de hemû alternatîf li ser maseyê ne. Tevî vê yekê Trûmp eşkerekiribû ku ew dikare bi lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-Un re hevdîtinê bike.

Piştî ceribandina dawî ya fuzeyê, Qesra Spî daxuyaniyek weşand û banga danekirinên tund kir. Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî de hat gotin, "Ev provokasyona nû, divê ji bo hemû neteweyan bibe bangek ku li dijî Koreya Bakur hê bi xurtî danekirinan ferz bikin."