Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kom dibe

Piştî êrîşa li hemberî Sûriyeyê û şûnde, li ser daxwaza Rûsyayê Konseya Ewlekariya NY’yê kom dibe.

Konseya Ewlekariyê, ragihan ku wê roja Şemiyiyê saet 15:00’an kom bibe. Hevdîtin wê li ser daxwaza Rûsyayê pêk were. Piştî êrîşa DYA, Fransa û Îngiltere ya li dijî Sûriyeyê hate kirin û şûnde, Rûsya bang lezgîn kir ku Konseya Ewlekariyê bicive.

Bi giştî hêzên hewayî yên her sê welatan, bi 100 moşekan cihên ji berê ve hatibûn armanckirin hatin lêxistin. Rêveberê DYA, Fransa û Îngiltereyê, tîne ziman ku cihên çekên kîmyewî yên Sûriyeyê kirine hedef.