Konseya Ewlehiyê ya NY'yê dengê xwe li Tirkiyê kir

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)  bang li Tirkiyê, Ordin û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) kir ku li ser ambargoya çekan a li Libyayê hurmetdar bin.

Li gorî komîteya guşaran a Konseya Ewlehiyê di deklarasyonê de ya ku 15 endaman bi konsensûsê li hev kirine, bang li wan welatan hate kirin ku ambargoya Libyayê binpê dikin.

Konseya Ewlehiyê ji bo hemû dewletn xwest ku, ''Tevlî nav şer nebin û tevdîrên ku şer gurtir bikin nestînin'' û ''li bara zêdebûna leşkerên bipere'' fikarên xwe anî ser zimên.

Li gorî pisporên NY'yê ku ambargoya çekan kontrol dikin, Ordin û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî metaryalên leşkerî didine General Haftar ku rojhilatê Libyayê di kontrola xwe de dihêlin. Haftar, li dijî Hikûmeta Yekîtiya Netewî ku Îslamiyên bi desteka dewleta Tirk in ji Nîsanê ve operasyonê dike. Pisporên NY'yê gotin, dewleta Tirk jî destekê dide hikûmeta bi navenda Trablûsê.

Li gorî Reutersê ev tespît di raporeke veşartî de ne,ku tê payin vê mehê werin weşandin.

Di nav meha bihurî de, di gelek nûçeyan de hate gotin dewleta Tirk gelek caran çekên giran ji Libyayê re şandin. 18'ê Gulanê gelek caran hate tespîtkirin ku bi dehan wesayitên zirxî hatine radestkirin û dîmenên wê berbelav bûn. Yekîneyên Haftar jî gelek caran daxuyandibûn ku wan amûrên hewayî yên bêmirov ên Tirk şikandine.

YEWNANÎSTAN, MISIR Û QIBRIS DI NAV FIKARAN DE NE

Dewleta Tirk beriya bi çend rojan ragihand ku peymana hevkariya leşkerî bi hikûmeta bi navenda Trablûsê re kiriye. Yewnanîstanê li dijî vê peymanê helwest nîşan da. Yewnanîstan bi wê fikarê ye ku herêma aborî ku lêkolîn û bikaranîna kanên deryayê diyar dike, were binpêkirin. Hikûmeta Yewnanîstan got, heke naveroka peymana leşkerî ya 'veşarî' nayê ragihandin , gef lê xwar ku sefîrê Libyayê yê li Atînayê dersînor bike. Peyman fikaran bi Qibris û Misrê jî çêdike.