Konseya Ewlehiya NY'yê bi lezginî wê bicive

Li ser daxwaza gelek welatan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Pênçşemê wê li dijî dagirkeriya Tirk bicive.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku xwe spartî kanên dîplomatîk Konseya Ewlehiyê ya NYy'yê li dijî dagirkeriya Tirk Pençşemê bi lezginî wê bicive. Belçîka, Fransa, Elmanya, Polonya û Brîtanyayê civîn xwestiye.

HOLLANDA DAGIRKERÎ ŞERMEZAR KIR

Wezîrê Karê Derve ji ber sedema dagirkriya  Tirk bang li sefîrê Tirk kir. Wezîr Stef Blok li ser hesabê Twîtterê got, ''Hollanda operasyona Tirk a l iser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar dike. Min bang li sefîrê Tirk kir. Em bang li Tirkiyê bikin ku ji vê rêyê biqere.''

FRANSAYÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIR

Wezîra Fransayê ya Karûbarên Ewropayê Amelîe de Montchalîn jî piştî ku êrîşên dagirker dest pê kir bi demeke kurt got, ew êrîşa dagirker, ''bi tundî şermezar dikin''.

Montchalîn got, ''Em Fransa, Elmanya û Qralîyeta Yekbûyî, li ser bûyera ku me pir bi tundî û hişt şermezar kirî, em dikin ku deklarasyoneke hevpar a têra xwe zelal biqedînin.''