Konferansa Berlînê ya li ser Lîbyayê wê di 19’ê Çileyê de were kirin

Konferansa Navneteweyî ya li ser Lîbyayê ku gelek caran hatibû taloqkirin wê di 19’ê Çileyê de li Berlînê were lidarxistin.

Konferansa Berlînê wê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî were lidarxistin. Ligel ku gelek welat hatine vexwendin jî tevlêbûna hêzên li Lîbyayê hê ne zelal e.

Hate diyarkirin ku tevlêbûna Xelîfe Hafter ê ku rojhilatê Lîbyayê di bin kontrola wî de ye û Fayez El Sarrja ê li ser hikumeta Trablûsê ye hê ne zelal e.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Elmanyayê DYE, Rûsya, Kralîyeta Yekgirtî, Fransa, Çîn, Emîrtîya Ereban a Yekgirtî, Tirkiye, Kongo, Îtalya, Misir, Cezayîr, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Efrîkayê û Yekîtiya Ereban hatine vexwendin.

Konferans bi hewldana Nûnerê NY’ê Lîbyayê Ghassam Salame wê were lidarxistin. Wê ev pêvajo ji sê gavan pêk were. Gava yekemîn îlankirina agirbestê, ya duyemîn vekişandina welatên ku li Lîbyayê ne û xurtkirina ambargoya NY, gava sêyemîn jî aştiya di navbera hêzên Lîbyayê de ye.

Piştî ku di sala 2011’an de rejîma Mûhammed Kaddafî ji aliyê NATO’yê hate hilweşandin, Lîbya di nav kaosekê de ye. Rojhilatê welat di destê hêzên Xelîfe Hefter de ye û rojavayê wê jî Hikumeta Yekîtiya Neteweyî heye ya ku Neteweyên Yekbûyî wê nas dike.

Xelîfe Hefter ji Nîsana 2019’an û vir ve ji bo Trablûsê bi dest bixe, operasyonan dike. Hefteya borî bajarê stratejîk ê Sîrte ketibû destê hêzên Hefterê. Şerê di navbera her du hêzan de didome.

Dewleta Tirk di meha Mijdarê de bi hikumeta Trablûsê re peymaneke behrê çêkiribû û tezkere qebûl kiribû. Tirkiye bi peymana behrê re dixwaze gaza li Behra Spî bi dest bixe.

Dewleta Tirk ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bin pê dike û çek û cebilxaneyan dişînin ji Biraderên Misilman ên li Trablûsê re. Tirkiye çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê û leşkerên xwe dişîne Lîbyayê. Ji ber ku Urdun û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî çekan dide hêzên Xelîfe Hefter, Neteweyên Yekbûyî Urdun û Emîrtiya Ereban sûcdar dike.

Ji bo agirbestê Xelîfe Hafter û El Sarraj di 13’ê Çileyê de çûbûn Moskovayê. Lê Hafter peymana agirbestê îmze nekir. Hate ragihandin ji ber ku vekişandina dewleta Tirk a ji Lîbyayê û betalkirina peymana Tirkiyeyê ya bi Trablûsê ya li ser behrê di nav xalên peymanê de tune, Hafter biryareke wisa daye.