Komîsyona YE neçar e Însiyatîfa Stop-TTIP nas bike

Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da, ku Însiyatîfa Stop-TTIP a li dijî peymana bazirganiya serbest a navbera YE û DYA ava bûye, weke mûxatabê fermî bê naskirin.

Di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de, di çarçoveya Peymana Hevkariya Razemenî û Bazirganiyê ya Transatlantîkê (TTIP) de bi salan danûstandin bi awayekî dizî dihatin kirin. Însiyatîfa li dijî van danûstandinan hate avakirin jî ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve nehatibû naskirin. Halbûkî, li gorî qanûnên Yekîtiya Ewropayê, Însiyatîfên ji mîlyonek welatiyan pêk tên, ya divê pêşniyarên wan bên qebûlkirin, yan jî pêwîste hincetên redkirina pêşniyaran bên eşkerekirin.

Însiyatîfa Stop-TTIP jî, ku şaxê Elmanyayê yê rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ATTAC jê re pêşengiyê dike, tevî ku 3 mîlyon welatiyên Yekîtiya Ewropayê îmzeya xwe daye wê, ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hatibû redkirin. Însiyatîfê li ser vê yekê serî li Dîwana Edaletê da bû û giliyê helwesta Komîsyonê ya li dijî Însiyatîfa Stop TTIP kiribû.

Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir, ku sedemên redkirina Însiyatîfê ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve ji aliyê hiqûqî ve bingeha xwe nîne û diyar kir, ji bo birêvebikrina demokratîk Yekîtiya Ewropa neçar e hemû welatiyan tevlî jiyana demokratîk bike. Di biryarê de hat ragihandin, berevajî îdîaya Komîsyonê, hewldanên însiyatîfa welatiyan li pêşiya meşandina danûstandinên peymana bazirganiya serbest a Yekîtiya Ewropayê ne asteng e.

Biryara dadgehê, ji aliyê Koma Çep û Keskan a Yekbûyî ya Parlamenta Ewropayê, ku li dijî TTIP e, weke 'agahiyeke baş ji bo demokrasiya Ewropayê' hate nirxandin.