Komîsyona Meclîsên Nûneran a DYE’yê pêşnûmeya guşaran erê kir

Meclîsa Nûneran a DYE’yê, pêşnûmeya guşarana a ji bo dawîkirina operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin û dîsa gûşarên li ser kesên têkiliya wan bi operasyonê re hene, di komîsyonê de erê kir.

Serokê Komîsyona Têkiliyên Karê Derve ya Meclîsa Nûneran a  DYE’yê Demokrat Elîot Engel û lîderê Serokkomarparêzan a di komîsyonê de Mîchael McCaûl, pêşnûme yasaya ji bo bidawîkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin, li komîsyonê hate erêkirin.Li gorî pêşnûmeyê li bendê ye ku guşar li ser kesên ku têkiliya wan bi operasyon û dîsa wezîrên Tirk bê sepandi.

Dîsa li gorî heman pêşnûmeyê guşarên ji ber kirîna sîstema parstinê ya S-400 a Tirkiye ji Rûsyayê kirî jî bê kirin jî hene.

Eger pêşnûme bibe yasayî, wê firotina çekên Emerîka ya ji bo Hêzên Çekdarî ya Tirk ku li Sûriyeyê operasyonê dikin bên astengkirin.