Komîsyona Ewropa ya nû wê ji 13 jin û 14 zilaman pêk were

Komîsyona Ewropa ya nû di aliyê hejmarê de gelek nêzî wekheviya jin-zilam bû. Li gorî lîsteya hatî eşkere kirin komîsyon ew ê ji 13 jin û 14 zilaman pêk were.

Hate diyar kirin ku lîste ji aliyê Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen ve hatiye qebûl kirin. Lîste îro (Duşem) hate eşkere kirin.

Ursula von der Leyen a Elman divê heta roja Sêşemê peywîra 26 kesan diyar bike. Ev kesên hatine hilbijartin her yek ji wan nûnertiya welatekê dike. Qrayleta Yekbûyî ku di dawiya meha Cotmehê de dixwaze ji Yekîtiya Ewropa derbikeve nûnertiya wê di nava van de cih nagre.

Yekemin seroka jin a Komîsyona Ewropa, Wezîra berê ya Parastina Elmanya Ursula von der Leyen diyar kiribû ku hedefa wê wekheviya jin-zilam di ekîba xwe de pêk bîne.

Serokê berê Jean-Claude Junker jî armanc û hedafa wî heman tişt bû lê dewletên endam li beramberî 19 zilaman 9 namzetên jin nîşandabûn.

Parlamentoya Ewropayê di navbera 30’ê Îlon û 8’ê Cotmehê de divê hemû endamên tîma nû guhdar bike. Salên derbasbûyî de namzetên ku parlamentoyê nexwesibûn hatibûn derxistin.

Ev pêvajo wê 22’ê Cotmehê li bajarê Fransa Strasboûrgê di rûniştina giştî bi dengdanê bi encam bibe. Komîsyona nû wê 1’ê Mijdarê dest bi karê xwe bike.