Koçbera 11 salî 3 rojan di nav avê de sax maye

Koçbera ji Sierra Leoneliyê ya 11 salî 3 rojan di nava avê de sax maye ku koçber wê bi keştiyekê ji Tûnisê biçûna Îtalyayê û keştî li Behra Spî binav bû. Ji 44 kesên din ên di keştiyê de de agahî nayê wergirtin.

Keştiyeke koçberan li girava Lampedusa a Îtalyayê binav bû û ji koçberan bes koçbereke 11 salî rizgar bû. Zaroka ji Sierra Leoneliyê ya 11 salî 3 rojan di nava avê de sax maye. Zarok piştî 3 rojan bi awayekî tesadûfî ji aliyê keştiyeke ekîba rizgariyê ya bi navê Tromar III ve hate dîtin. Ekîba navborî diyar kir ku dema ew ji bo rizgariya keştiyeke din diçûn, wan dengê qîrîna zarokekê bihîstiye û di nav behrê de koçbera 11 salî dîtiye.

‘JI 44 KOÇBERÊN DIN AGAHÎ NAYÊ WERGIRTIN’

Koçbera hatî rizgarkirin anî ziman ku ew ji bajarê Safakes ê Tûnisê li gel 45 koçberan bi rê ketine û keştiya wan ji ber bahozê binav bûye.  Derbarê 44 koçberên din de tu agahî nayê wergirtin û aqûbeta wan nayê zanîn. Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî rêya koçberiya ya di navbera Tûnis, Lîbya, Îtalya û Maltayê de rêya herî xeternak e û ji sala 2014’an ve ye di vê rêyê de zêdetirî 24 hezar û 300 kes yan winda bûne yan jî jiyana xwe ji dest dane.