Koalîsyona Navneteweyî li Heşdî Şebî da: 26 kes mirin

Piştî êrîşa bi roketan a li Iraqê ku 2 leşkerên Emerîkî û 1 Îngilîz hatin kuştin û şûnde koalîsyona navneteweyî li ser sînorê Sûriyeyê li Heşdî Şebî ya alîgirê Îranê ye da, bi kêmanî 26 kes mirin.

Roja Çarşemê di encam êrîşa bi roketan a li navendeke ya nêzî Bexda de 2 leşkerên Emerîkî û 1 jî Îngilîz hatibûn kuştin. Li gorî koalîsyona navneteweyî 18 roket hatine avêtin. Di êrîşê de 12 kes jî birîndar bûne, lê diyar nekirin bê ka jî kîjan neteweyanin. Ev êrîş ji aliyê rêveberên Iraqî û NY ve jî hate şermezarkirin.

Piştî çend saetan a piştî êrîşa roketan, hate ragihandin ku li deverekî dikeve başûrê bajarê Bûkemal a Sûriyeyê ku bi Iraqê re sînore deh teqîn pêk hatin. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji Heşdî Şebî bi kêmanî ’26 şervanên Iraqî’ mirine. Mala Çavdêriyê ragihand ku êrîş ji aliyê koalîsyona navneteweyî ve pêk hatiye.

Sefê Pentegon Mark Esper ê daxuyaniyek da got: “Hemû vebijêrk li ser mase ne.” Esper anî ziman ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp ji bo wî di mijara ‘tişta pêwîst bike’ de hemû raye daye wî.