Koalîsyona Ereb rapora NY’yê ya li ser Yemenê qebûl nake
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûd rapora şandeya pispora a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku gotî ‘hemû aliyan sûc kiriye’ qebûl nake.
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûd rapora şandeya pispora a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku gotî ‘hemû aliyan sûc kiriye’ qebûl nake.
Li Yemenê Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî destekê dide Evd Rabû Mansûr Hadî, Îran jî tê zanîn destekê dide Hûsiyan. Şerê ku 2014’an bi serîrakirina Hûsiyan dest pê kirî, 2015’an Adarê piştî ketina paytext Sanayê bi tevlêbûna koalisyona bi pêşengiya Siûdî bûbû krîzeke herêmî.
Şandeya pispor a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî peywirdar kirî, beriya bi çend rojan raporek weşand û di raporê de diyar kir hemû aliyên şer sûcê şer kirine.
KOALÎSYONA QEBÛL NAKE KU SÛCÊ ŞER DIKE
Rapor navbeyna Îlona 2014’an û Hezîrana 2018’an vedihewîne. Di raporê de tê gotin koalisyona bi pêşengiya Siûdî li jîgehan, bazaran û tesîsên tenduristiyê xistiye, ‘hê zêdetir rasterast sivîl kuştine’. Di raporê de her wiha tê gotin hem koalisyona bi pêşengiya Siûd û hem jî Hûsiyên bi desteka Îranê bi rêya êrîşan û biçekkirinê zarokan dikine hedef.
KOALÎSYONA SÛCDARIYÊ QEBÛL NAKE
Koalîsyona Ereb a dijberê Hûsiyan jî ragihand ku ew sûcdarkirinên di raporê de qebûl nakin. Daxuyaniya koalîsyonê de di ajansa fermî ya Siûd SPA’yê de weşiya û hate gotin rapor ‘alîgir’ e.
Tê gotin di raporê de rola Îranê ya di şerê navxwe ya Yemenê de nehatiye vegotin, gelek xal kêm hatine hiştin.