BI DÎMEN

Civîna dema navber a KNK'ê destpê kir

Civîna dema navber a KNK’ê bi dirûşmeya “Di Tekoşîna Rizgarî û Azadiya Kurdistanê de, rêya serkeftinê yekîtî ye” dest pê kir. Civîn wê 2 rojan bidome.

CIVÎNA DEMA NAVBER A KNK'Ê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK di 26’ê Gulana 1999’an de li bajarê Amsterdam ê Hollandayê kongreya xwe ya damezrîner li dar xist. KNK 25 sal in li çar parçeyên Kurdistanê di nava partiyên Kurd de lêgerîna yekitiyê dike.

KNK’ê ji bo pêkanîna 22’emîn civîna xwe ya dema navber ya Civata Giştî li hev civiya. Civîn wê 2 rojan bidome. Nêzî 20 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê, bi dehan nûnerên partiyên siyasî û saziyan, nivîskar, rewşenbîr û kesayet tevlî civînê bûn.

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr jî tevlî civînê bû.

‘DIVÊ EM LI DIJÎ ÊRÎŞAN BI HEVRE TEVGER BIKIN’

Axaftina vekirinê ya civîna dema navber ku bi dirûşmeya “Di Tekoşîna Rizgarî û Azadiya Kurdistanê de, rêya serkeftinê yekîtî ye” hat lidarxistin, ji aliyê Endamê Konseya KNK’ê Dr. Şergo Mihemed Emîn û Endama Komîteya Rêveber a KNK’ê Shala Hefîd ve hat kirin.

Piştî axaftina vekirinê hilbijartina diwanê ku wê 2 rojan civînê bi rêve bibe, hat kirin.

Ji bo dîwana civînê Jalane Nexşîbendî, li ser navê GORAN Hîwa Nasîh, ji rêveberên Zehmetkêşanê Hîwa Seyîd Salîm, ji rêveberên YNK’ê Dersim Zend, li ser navê Partiya El Bave Narîn û Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç hatin hilbijartin.

Nîlufer Koç ku ji bo serokatiya dîwanê hat hilbijartin, diyar kir ku ew weke KNK’ê di demeke krîtîk de civînên xwe pêk tînin û wiha got: “Tirkiye êrîşa Başûrê Kurdistanê dike. Divê nêzîkatiyên me jî li gorî vê be.”

 ‘DIJMINÊN ME ÊRÎŞ DIKIN’

 Hevserokên KNK'ê Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs jî axivîn. Zeyneb Mûradê ev yek anîn ziman:  ‘’Li Rojhilata Navîn û cîhanê krîzeke cidî heye. Dijminên me vê yekê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tînin û dixwazin êrîşî gelê me bikin. Plana wan bi vî rengî ye. Dixwazin planên xwe yên ku nekarine bi sedan salan e pêk bînin, pêk bînin. Tirkiye serkêşê van komkujiyan e. Îran, Sûriye û Iraq jî perçeyeke vê yekê ne. Li dijî van hemû komkujiyan divê em Kurd yekitiya xwe ava bikin. Divê em KNK û saziyên Kurd li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bi hemû awayî helwesta xwe nîşan bidin. Divê em bi wan bidin zanîn ku xaka Kurdistanê rûmeta me hemûyan e û hewce ye her kes vê yekê biparêze.’’  

Zeyneb Mûradê di axaftina xwe de bi bîr xist ku divê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were derketin.

‘DIVÊ PDK NEBE HEMTAWANÊ TIRKIYEYÊ’

 Ahmet Karamûsî jî wiha axivî: ‘’Bi taybetî jî 4 dewletên mêtînkar îro bûne yek û êrîşî li destkeftiyên gelê Kurd dikin. Ji hebûna gelê Kurd aciz in. Ji ber wê yekê jî plan û konseptên qirêj pêş dixin. Tirkiye li Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî û hêza zêde nîşaneyên vê yekê ne. Îro li Rojava û Şengalê li dijî sivîlan êrîşan pêk tîne. Hewl dide ku xaka me dagir bike.’’

Ahmet Karamûs di axaftina xwe de bang li PDK'ê jî kir û ev yek anîn ziman: ‘’Îro hemû dijminên me bûne yek û êrîşî li me dikin. Hemû aliyan bersiv daye banga KNK'ê ya yekitiyê. Lê belê PDK’ê bi tu awayî bersiv nedaye. Ez li vir vê bangê li PDK'ê dikim; ‘Divê PDK li gel Tirkiyeyê nebe hemtawanê komkujî û krîzan. Divê em ji bo berjewendî û yekitiya gelê Kurd kar bikin. Rizgarbûna gelê me li vir e.’’