Keştiya ku penaber tê de bûn noq bû: 34 kes mirin, bi dehan kes winda ne
Keştiyeke ku penaber tê de bûn û ji Lubnanê berê xwe dabû Ewropayê noqî binê avê bû. 34 penaberan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî winda ne.
Keştiyeke ku penaber tê de bûn û ji Lubnanê berê xwe dabû Ewropayê noqî binê avê bû. 34 penaberan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî winda ne.
Keştiya ku penaber tê de bûn û ji Lubnanê berê xwe dabû Ewropayê, li nêzî Girava Ervadê ya li pêşberî bajarê Tartûs ê li rojavayê Sûriyeyê noqî binê avê bû.
Malpera nûçeyan a Sham FM'ê li gorî daxuyaniya rayedarekî diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê cenazeyên 34 kesan hatine dîtin.
Hate ragihandin ku 20 kes jî hatine rizgarkirin, lê belê agahî ji dehan kesî nîne.
Tê gotin, di keştiyê de herî kêm 150 kes hebûn.