Kesê ku Elmanya lê digeriya eşkere bû ku êrîşa Berlînê kiriye
Diyar bû ku welatiyê Tûnisî yê bi nave Anîs Amrî li bajarê Berlîn ê Elmanyayê qetlîam kiriye, ji ber nehatiye girtin jî hikûmet di nava zoriyê de ye.
Diyar bû ku welatiyê Tûnisî yê bi nave Anîs Amrî li bajarê Berlîn ê Elmanyayê qetlîam kiriye, ji ber nehatiye girtin jî hikûmet di nava zoriyê de ye.
Bi şopa tiliyan a di TIR’ê de diyar bû ku kesê bi navê Anîs Amrî qetlîama li Berlînê pêk aniye. Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere jî destnîşan kir, êrîşkar kesê bi navê Amrî ye.
Ji bo êrîşkar Anîs Amrî yê ku bi TIR’ê êrîş li dar xist û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da bê dîtin, li sînorên herêman ewlekarî hate zêdekirin, li gelek bajaran lêgerîn di malan de hate kirin.
Meqamên ewlekariya Elman, piştî şeva êrîşê koçberekî Pakîstanî weke gumanbar girtin û şûn de bawerî winda kirin, îro bi endamên hikûmetê re civiyan. Bi beşdariya Serokwezîr Angela Merkel û Wezîrên Karên Hundir û Edaletê û Serokê Odeya Kirîmînala Federal (BKA) civînek hate lidarxistin. Merkel li vir ji Serokê BKA Holger Munch agahî girt.
Hat diyarkirin ku welatiyê Tûnûsî yê 24 salî, dema li Îtalyayê bû sûcên kirîmînal kiriye û ketiye girtîgehê jî. Çete li Elmanyayê di nava heman xebatan de bû, lê girtina çeteyê Selefî yê bi nave Ebû Walaa ku têkiliya wî bi çeteyên DAIŞ’ê re heye, dihat texmînkirin ku têkilî li gel danîbe.
Hat diyarkirin ku di êrîşa roja Yekşemê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 58 kes jî birîndar bibûn ku rewşa 12’an giran e.