Kesê duyemîn ê rejîma Seddam hate kuştin

Kesê duyemîn ê rejîma Seddam Îzzet Îbrahîm El Dûrî hate kuştin.

Keça Partiya Baas û dîktatorê Iraqê Seddam Huseyîn ragihand ku kesê duyemîn ê rejîma hilweşiyayî Îzzet Îbrahîm El Dûrî hate kuştin. Di daxuyaniya hate dayîn de ne hate diyarkirin ku El Dûrî li kû û çawa hatiye kuştin.

Piştî dagirkeriya Emerîka ya sala 2003’an ku rê li ber hilweşîna rejîma Baasê vekir û şûnde, ji bo El Dûrî 10 milyar dolar xelat hatibû diyarkirin. Dûrî winda bûbû.

El Dûrî yê sala 1942’an li Tirkrîtê hate dinê, agahiyên ku gelek caran hatibû kuştin derketibû holê, lê her carê berpirsên rejîmê yên berê û hevkarên wê ve hate redkirin.

Piştî hilweşîna rejîmê ya sala 2003’an û şûnde Baasiyan bi taybet li djiî Emerîkayê dest bi bûyeran kiribû, piştre jî xwe nêzî DAÎŞ’ê kiribûn.

Dûrî di sala 2016’an de li ser înternetê dîmenek parve kir û çeteyên DAÎŞ’ê yên ku sala 2014’an cihek berfireh a Iraqê xiste dest xwe ‘leheng’ pênase kir.

Heman demê El Dûrî weke Avakarê Nakşibendî ya alîkarê DAÎŞ’ê ye tê zanîn.