KENY bi rojeva Îranê bi lezgînî dicive
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), wê îro bi rojeva raperîna li Îranê bicive.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), wê îro bi rojeva raperîna li Îranê bicive.
Di daxuyaniya KENY de hate ragihandin ku li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), wê binpêkirina mafên mirovan û komkujiyên di dema raperîna gel a li Îranê rû dan, bên nirxandin.
Piştî ku Kazakîstanê ku serokatiya demê ji KENY re dike erê kir, wê di civînê de bûyerên li Îranê werin nirxandin.
Civîna li ser Îranê wê li gorî dema New Yorkê saet 21'ê dest pê bike.