KCK: Apê Nemir şehîdê Kurdistanê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Apê Nemir bi bîr anî got, "Em bi minetdarî wî bi bîr tînin û li pêşberî têkoşîna wî ya hêja û sekna wî ya welatparêziyê bi hurmet bejna xwe ditewînin."

APÊ NEMIR

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Bi xemgînî me bihîst ku welatparêzê leheng ê Kobanê Apê Nemir (Xelîl Osman) jiyana xwe ji dest daye ku di nava tevahiya gelê Kurd de dihate naskirin û cihê hurmetê bû. Em wî bi minetdarî bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber sekna wî ya welatparêzî û têkoşîna wî ya hêja ditewînin. Ji xizmên wî, gelê Rojava û Kobanê, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst êrîş birin ser Kobanê, Apê Nemir li gel temenê xwe yê dirêj jî rahişt çeka xwe, tevlî eniyê bû û heta azadiya Kobanê çeper bi çeper şer kir. Gelek caran birîndar bû, lê belê li gel vê yekê Kobanê û eniya şer neterikand. Bi vê sekna xwe ya leheng a welatparêz bû moraleke mezin ji hemû hevrêyan re yên li eniyên şer li ber xwe didan û moraleke mezin da gel. Apê Nemir hevrêtî ji hezaran şervanên azadiyê re kir û mîna Arîn Mîrkan bû sembola berxwedana Kobanê.

Li gel temenê xwe yê dirêj jî bi sekna xwe ya wêrek, fedakar û leheng mîna Mehmet Tûnç'an bû pîvana welatparêziya dema nû û xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî. Jidestdana mirovekî bi vî rengî yê ku dilê xwe bi welatparêziyê dagirtî ye em gelekî êşand. Lê belê em ê di têkoşîna xwe de her tim wî bi bîr bînin. Divê mirovekî bi vî rengî yê hêja weke şehîdê Kurdistanê bê bîranîn. Li se vê bingehê em careke din bi rêzdarî wî bi bîr tînin."