KCÊ-E bang kir: Werin em namzetên xwe Çîftçî, Ûca û Tûncel bişînin parlamenta Elman

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 namzetên Êzidî tevlî hilbijartinên giştî yên Elmanyayê dibe û bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî kir ku dengê xwe bidin namzet Mizgîn Çîftçî, Cindî Tûncel û Behiya Ûca.

Koordînasyona Civaka Êzidiyên li Ewropayê têkildarî hilbijartinên giştî yên Parlamenta Federal a Elmanyayê daxuyaniyek da, ku wê 26'ê Îlonê pêk were.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 3 namzetên Êzidî di rêzên jor de tevlî hilbijartinê dibin û şensê wan ê serketinê zêde ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê ji bo vê yekê jî pêwistiya wan bi dengê civaka Êzidî, gelê Kurd û hemû derdorên demokratîk heye."

Koordînasyonê bi bîr xist, ku li Elmanyayê nêzî 300 hezar Êzidî hene, lê belê tevî ku zêdeyî 50 sal in li vî welatî ne, hîn jî ola wan nehatiye qebûlkirin û ji gelek mafên kolektîf bêpar in."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Her wiha vîna wan di warê siyasî de derbasî cihê biryarstandinê nabe. Heya roja îro kesekî bi nasnameya Êzidî derbasî Parlamenta Federal a Elmanyayê nebûye. Ev rewşa heyî cihê mixabiniyê ye."

KCÊ-E'yê diyar kir ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an heta niha ji aliyê Parlamenta Elmanyayê ve weke Qirkirina Êzidiyan nehatiye naskirin û wiha dewam kir, "Berevajî vê dewleta Elmanyayê piştgiriyê dide hêzên qirker û dagirker. Bi piştgiriya dewleta Elman, dewleta Tirk a dagirker rojana êrişê dibe ser Şengalê û civaka Êzidî."

Koordînasyonê destnîşan kir ku ji bo pêşî li vê siyaseta dewleta Elman a neyînî bê girtin, îradeya civaka Êzidî bê naskirin, mafê wan ê kolektîf bê bicihanîn, Êzidiyatî bi awayekî fermî bê naskirin, Fermana Şengalê weke qirkirinê bê qebûlkirin, Şengal bê avakirin û bibe xwedî statu, pêwîstî pê heye ku em her sê namzetên xwe bi awayekî xurt bişînin parlamenta Elman."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Ji bo ev yek pêk were, em weke Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bang li tevahiya civak, gel û dostên xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê di hilbijartina 26'ê Îlonê de tevbigerin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzetên civaka Êzidî; Mizgîn Çiftçî, Cindî Tûncel û Behiya Uca."