Katalanan bang li Torra kirin ku ji serxwebûnê venegere

Li Katalonyayê bi sed hezaran kesî di salvegera referandûma serxwebûnê de bang li hikumeta herêmî kirin ku bikeve nava liv û tevgerê. Li gelek herêman di navbera xwepêşandêr û polîsan de şer derket.

1'ê Cotmeha 2017'an ji bo serxwebûna Katalonyayê referandûm hatibû kirin û tevî astengiyên rêveberiya Spanyayê jî zêdeyî 90 ji sedî yê beşdaran dengê 'erê' ji bo serxwebûna Katalonyayê dabûn. Rêveberiya Madrîdê ku îradeya gelê Katalan nas nekir, piştî ku ragihandina serxwebûnê, rêveberiya xweser betal kiribû.

Dûre jî hilbijartina pêşwext hatibû kirin û di encamê de alîgirên serxwebûnê li Parlamenta Katalonyayê serdest bûn. Di serî de Serokê Herêmê yê berê Carles Pûîgdemont gelek siyasetmedar neçar mabûn berê xwe bidin sirgûnê.

DI SALVEGERA 1. DE BI SED HEZARAN KATALAN DAKETIN QADAN

Katalanan di salvegera yekemîn a referandûma serxwebûnê de xwepêşandanên mezin li dar xistin û ji Serokê Herêmê yê nû Quîm Torra û hikumetê xwestin ku ji biryardariya serxwebûnê venegerin.

Doh nava rojê li Geronayê xwepêşandan hatin lidarxistin. Danê êvarê jî li paytexta Barcelonayê bi sed hezaran kes daketin qadan.

Di xwepêşandanan de dirûşmên "Gel fermanê dide; hikumet li gorî wê tevnagere" û "Ya bes serê xwe li ber dewleta Spanî bitewînin, ya jî îstifa bikin" hatin qîrîn.

Di dema xwepêşandanan de komên alîgirê serxwebûnê ku bi navê Komîteyên Parastina Komarê (CDR) xwe birêxistin kirine, gelek rêyên sereke li trafîkê girtin. Li gelek deveran di navbera polîsan û endamên CDR'ê de şer derket.

Hikumeta Spanyayê, referandûma serxwebûnê ku kete sala xwe ya yekemîn, weke 'çalakiyeke îllegal a ku encama xwe ya hiqûqî nîne' bi nav kir.