Karkerên li Fransayê dest bi greva giştî kirin

Li Fransayê, karkerên trenê, pîlot, kedkarên paqijiyê û xebatkarên li sektora enerjiyê dest bi greva giştî kirin. Ev greva ku li sektorên bingehîn ên aboriya Fransayê tê kirin, welê hatiye organîzekirin ku bi mehan bidome.

KARKERÊN TRENÊ: Xebatkarên saziya rêyên hesinî ya neteweyî (SNCF) dest bi greva se mehan kirin. Sê ji çar sendîkayên bingehîn ji bo du rojan banga grevê kirin. Grevê êvara Duşemê dest pê kir. Sendîkaya çaremîn jî biryar da ku her 24 saetan biryara grevê dikare bê dirêjkirin. Karkerên SNCF'ê reforma ku hikumet dixwaze li vê qadê bike protesto dikin. Bi reformê re wê statuya kar a heyî ji holê bê rakirin. Wezîra Ragihandinê ya Fransayê Elisabeth Borne projeya reformê parast û sendîka sûcdar kir ku nerazîbûnan bi rengekî siyasî bi kar tîne. Wezîrê her wiha got, wê roja Pêncşemê bi sendîkayan re rûnê.

KARKERÊN BALAFIRAN: Karkerên rêyên hewayî yên Fransayê piştî grevên 22'ê Sibatê, 23'ê Adarê û 30'ê Adarê di nava pênc hefteyan de cara çaran dest bi grevê kirin. Tê payin ku 10'ê Nîsanê û 11 Nîsanê jî li vê sektorê grev bê kirin. 11 sendîkayên rêyên hewayî ragihandin ku zema 1 ji sedî ya ji bo sala 2018'an hatiye diyarkirin kêm e û dixwazin 6 ji sedî mûçe bê zêdekirin.

KEDKARÊN PAQIJIYÊ: Karkerên paqijiyê li qada paqjiya bermayiyan dikevin ketin greva giştî. Bi banga federasyonên sendîkayî yên CGT'ê grevê dest pê kir. Karker dixwazin "Servîsa bermayiyan a cemaweriyê ya neteweyî" bê avakirin û di vê çarçoveyê de "statuya cemaweriyê" ji karkerên vê statuyê re bê dayin. Her wiha dixwazin ku ji temamiya karkerên li vê sektorê re derfetên teqawîtiya tam bê dayin.

SEKTORA ENERJIYÊ: Banga grevê li karkerên sektora elektrîk û gazê hate kirin. Çalakiyên protestoyî yên karkerên vê sektorê dibe ku heta 28'ê Hezîranê werin dirêjkirin. Karker dixwazin bazara elektrîk û gazê bes bê taybetîkirin û "statuya pisporiya enerjiyê" karkerên sektorê re bê dayin.