Karkerên fabrîqeyan li Belarûsê ketin grevê

Li dijî hilbijartina Aleksandr Lûkaşenko ya dîsa li Belarûsê bû serokkomar, di çarçoveya çalakiyên protestoyî de, xebatkarên fabrîqeyan dest bi grevê kirin.

Li Mînskê gelek xebatkarên fabrîqeyan bersiv da banga namzeta serokkomariyê ya mûxalefet Svetlana Tikhanovskaya.

Ji bo Serokkomar Lûkaşenkov neçarî îstifayê bikin sibeha Yekşemê bi hezaran kes li pêşiya fabrîqeyên traktoran MZKT û MZT’ê kom bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Biçe’ û ‘Em ji bîr nakin, efû nakin’ qîr kirin.

9’ê Tebaxê Serokkomar Aleksandr Lûkaşenko yê di hilbijartinê de ji sedî 80’ê yê dengan bi dest xist, bi helîkopterên ji bo bi karkerên fabrîqeya MZKT’ê re bi cive çû. Lûkaşenko hefteya borî li dijî çalakvanan bi hinceta şideta polîsan, karkeran ‘biçin! biçin!’ qîr kiribû.

Lûkaşenko got: “Di vê mijarê de ez ê bersiv bidim we, hûn dikarin qîre qîra xwe bidomînin.”  diyar kir ku hilbijartin pêk hatiye, wê hilbijartinek din pêk neyê.

Roja Yekşemê bi deh hezaran kes daketin golanên Mînskê, daxwaza çûna Lûkaşenko yê ji sala 1994’an ve li ser desthilatê ye kirin.

Ji roja hilbijartin bû û vir ve 6 hezar û 700 kes hatin destgîrkirin. Li ser zêdebûna çalakiyan rayedaran fermana berdana 2 hezar kesî da.