Karakûm: Rayedarên darazê êşkencekaran diparêzin!

Emîr Karakûm diyar kir ku dozger bi hinceta “ewlehiya girtîgehê wê were binpêkirin” qeydên kamerayên êşkenceya ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê lê hatiye kirin nedane wî û got: “Rayedarên darazê êşkencekaran diparêzin.”

Li Tirkiyeyê ku îşkence bûye amûreke tirsandinê, îşkecekarên ku divê werin eşkerekirin û cezakirin, ji aliyê darazê te tên parastin. Emîr Karakûm ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di hucreya yek kesî de gelek caran îşkence dîtiye, ji aliyê dozgerê girtîgehê ve ku qeydên kamerayê yên êşkenceyê xwestiye, bi hinceta ku destûra Wezareta Edaletê tuneye hatiye redkirin. Piştre jî derket holê ku bi hinceta “ewlehiya girtîgehê wê were binpêkirin” qeyd nehatine dayîn. Emîr Karkûm têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku bi pêkanînên kêfî hewl didin îşkenceyê veşêrin.

Emîr Karakûm li Girtîgeha Tîpa T a Samsûnê ku di 6’ê Kanûna 2021’an de hat girtin, hem bi awayekî neqanûnî di hucreya yek kesî de hat girtin, hem jî gelek caran bi destê gardiyanan îşkence lê kirin. Karakûm destnîşan kir ku ew 25 roj di hucreya yek kesî de di şert û mercên giran ên cezayê heta hetayê de maye û anî ziman ku tenê 3 caran, ji bo saeteke ew ji hucreyê derxistine.

Karakûm ê di 31’ê Kanûna 2021’an de bi lez û bez sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê hate kirin, diyar kir ku dema ketiye girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Karakûm got: “Çawa ku ez ketim Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, di odeyeke 2 metre de 3 gardiyan lêgerîna tazî li min ferz kirin. Dema ku lêgerîna tazî dihat kirin, gardiyanan qirika min girtin, li zikê min û laşê min dan. Piştre dema ku çûm odeya karûbarên qeydan, gardiyanan dîsa êrîşî min kirin. Bi qasî 10 deqeyan bi kulman li rûyê min, zikê min û lingên min dan. Hewl dan bi darê zorê sirûda Îstîklalê bi min bidin gotin.”

‘REVÎRA GIRTÎGEHÊ WEKE NAVENDA ÊŞKENCEYÊ TÊ BIKARANÎN’

Karakûm destnîşan kir ku ji ber ku wî bertek nîşanî îşkencekirina girtiyê bi navê Batûhan Satik ê ji sedî 54 astengdar daye, zextên li ser wî zêdetir bûne. Karakûm diyar kir ku ji ber ku ew ji Midûra girtîgehê Kubra Bakaç re gotiye ez ê li dû vê îşkenceyê bim û der barê mijarê de name ji rojnameyan re nivîsandiye, ji aliyê 30 gardiyanan ve hatiye îşkencekirin û wiha berdewam kir: “Min ji girtiyên edlî gelek caran dibihîst ku revîra girtîgehê weke navenda îşkenceyê tê bikaranîn. Min ev yek di 25’ê Nîsanê de bi çavên xwe dît. Ji ber ku min bertek nîşanî gardiyanên ku bela xwe li min dida da, komeke qerebalix a gardiyanan êrîşî min kirin.”

‘LI BER BIJÎŞK LI MIN XISTIN’

Di berdewama axaftina xwe de Karakûm, wiha got: “Biqasî 150 metre min li erdê kaş kirin û birin revîrê. Li wê derê Bijîşk Ferdî Arar hebû. Min jê xwest ku min muayne bike gardiyanan ji odeya revîre derxe. Tenê çend gardiyanan derxist, piranî li odê man. Dema ku ez ji bo muayneyê derbasî perdeya pişt bûm, min cardin xwest ku gardiyan ji odê derbikevin. Lê qebûl nekir û gardiyanan li ber bijîşk paravan vekirin û êrîşî min kirin. Bi deqeyan bênavber li min dan. Bijîşk Ferdî Arar qet dengê xwe dernexist. Piştre min nîv hişyar ji odeya revîrê derxistin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bafrayê. Li beşa lezgîn a nexweşxaneyê muayneya bi kelemçe li min ferz kirin. Min qebûl nekir. Dema ku min qala îşkenceya li girtîgehê ji bijîşkê ku min muayne dikir re kir ji odê derket. Li şûna wî bijîşkê pispor Erdem Aydin hat. Di dema vê guhertinê de gardiyanan cardin destên min kelemçe kirin. Ji ber vê min nekarî muayne bibim. Li girtîgehê ku min bi lez û bez anîn, 2 rojan xwîn ji pozê min hat. Dema ku 26’ê Nîsanê malbata min ji bo hevdîtina girtî hatin û rewşa min dîtin û tirsiyan.”

Karakûm diyar kir ku piştî haya raya giştî ji bûyerê çêbûye, li ser malpera Wezareta Edaletê daxuyaniyek nivîskî hatiye weşandin û li gel dîmenan jî îşkence hatiye înkarkirin. Karakûm diyar kir ku gelek caran daxwaz kiriye sewqî girtîgeha ku girtiyên siyasî lê ne bê kirin û îşkencekar bên darizandin, lê wî tu encam negirtiye. Karakûm ku weke çareya dawî di 6’ê Hezîrana 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kir, got ku zextên li ser wî zêdetir bûne.

Karakûm da zanîn ku ji bo ku qeydên qamerayê ya li Girtîheha Tîpa T a Bafrayê bigirim, wî serî li dozgeriyê da û wiha dom kir: “Dozgerê Girtîgehê Tamer bi hinceta ‘ewlehiya girtîgehê wê were binpêkirin‘ daxwaza min red kir. Dozgerê Girtîgehê erka xwe ji bo xirabiyê bikar anî û derew li min kir. Bi vî rengî ez careke din bûm şahid ku rayedarên darazê îşkencekaran diparêzin.”

BANGA TEVLÎBÛNA DOZA 16’Ê ÇILEYÊ

Karakûm destnîşan kir ku di 16’ê Çileyê de ne gardiyanên ku îşkence li wî kirine, lê bi îdiaya ku heqeret li gardiyanan kiriye ew ê were darizandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi mehan îşkenceya sîstematîk li min kirin. Ji bo ku îşkenceyê veşêrin der barê min de nêzî 10 doz vekirin. Ez bang li her kesên ku li dijî îşkenceyê ne dikim ku beşdarî danîşîna min a ku wê di 16’ê Çîleya 2024’an di saet 9:05’an de li 3’emîn Dadgeha Asliyeyê bê dîtin, bibin.”