Kanadayê ji Papa xwest ku lêborînê ji gelên xwecihî bixwaze

Hikumeta Kanadayê nerazîbûn nîşanî dêrê da, ku ji ber 'qirkirina çandî' ya demên berê li gelên xwecihî kiribû lêborînê naxwaze.

Ji dawiya sedsala 19'an heta salên 1970'î, herî kêm 150 hezar zarokên ji gelên Çermsor û Înûîtan ji malbatên xwe hatibûn girtin û radestî dibistanên mayinde yên Dêra Katolîk hatibûn kirin. Eşkere bûbû ku piraniya van zarokên ji malbat û çanda xwe hatin qutkirin, bûn hedefa kiryarên xerab.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Truddeau got, wan hêvî nedikir ku lîderê rûhanî yê Katolîkan Papa Francis ji ber van kiryarên li dijî zarokên xwecihî lêborînê nexwaze. Trudeau civîneke çapemeniyê lidar xist û ji Papa xwest ku bê welatê wan û lêborînê bixwaze.

Eşekere bûbû ku zarokên li Kanadayê ji malbatên xwe yên xwecihî hatibûn girtin, hem ji nasnameya xwe ya çandî hatibûn dûrxistin, hem jî kiryarên gelekî xerab li wan hatibûn kirin. Di çarçoveya karê Komîsyona Aştî û Rastiyê ya Kanadayê de li 7 hezar kesên ku li wargehên dêrê mabûn hatibû guhdarîkirin.

Di rapora komîsyonê de pêşniyar hatibû kirin ku bi navê Dêra Katolîk Papa bi xwe lêborînê bixwaze.